Di sala 2022an de 24 hezar kes ji Tirkiyeyê derbasî Amerîkayê bûne.
Di sala 2022an de 24 hezar kes ji Tirkiyeyê derbasî Amerîkayê bûne.
<. span style="color: rgb(0, 0, 0);">Hejmara penaxwazên ku ji sînorê Meksîkayê derbasî DYE bûne gihîştiye rekorên mehane. Li gorî daneyên dawî yên fermî, hejmara penaxwazên ku hewl didin derbasî DYAyê bibin, di asta rekorê de ye ku ev bîst sal in ku nehatine dîtin.
Li gorî jimareyên fermî yên Ajansa Gumruk û Parastina Sînor a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), hemwelatiyên welatên cuda di nav wan kesan de hene ku ji sînorê Meksîkayê derbasî Dewletên Yekbûyî bûne. Hemwelatiyên welatên Amerîkaya Latîn, bi piranî, ji sînorê Meksîkayê derbasî DYE dibin û daxwaza penaberiyê dikin.
Ji sînorê Meksîkayê di nav kesên ku derbasî DYAyê bûne de welatiyên Tirkiyeyê jî hene. Di salên dawî de hejmara Tirkên ku ji Tirkiyeyê hatin Meksîkayê û xwe spartin DYAyê derket 31 hezar û 485 kesan. Li gor daneyên dawî yên Ajansa Gumruk û Parastina Sînor a Amerîkayê di sala 2020an de hezar û 944 tirk, di sala 2021ê de 4 hezar û 989, di sala 2022an de jî 24 hezar û 362 tirk ji sînorê Meksîkayê wek penaber hatine Amerîkayê.
< p>< br>